Dinya

Serokê Amerîkayê Biden operasyona pevguherîna dîlan a ku MÎTê bi rê va bir bi zindî şopand

Ferdi Türkten  | 11.08.2024 - Rojanekırın : 13.08.2024
Serokê Amerîkayê Biden operasyona pevguherîna dîlan a ku MÎTê bi rê va bir bi zindî şopand

Ankara

 Serokê Amerîkayê Joe Biden operasyona pevguherîna dîlan ya dîrokî ya bi navbeynkariya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) va hat kirin, bi zindî şopand.

MÎTê operasyona herî berfireh a pevguhertina girtiyan ya van demên dawîn da li Enqereyê pêk anî û 26 kesên li girtîgehên Amerîka, Almanya, Polonya, Slovenya, Norwec, Rûsya û Belarûsê bi hev ra hatin guhertin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, der barê operasyonê da di nava 2 mehan da li Stenbol û Enqereyê bi beşdariya hemû welatên eleqedar 2 civîn hatin lidarxistin.

- Amerîka û Rûsyayê xwest ku guhertin li Tirkiyeyê bê kirin

Hem Amerîka û hem jî Rûsyayê xwest ku guhertin li Tirkiyeyê bê kirin.

Sedema vê jî ew e ku her du welat baweriya xwe bi Tirkiyeyê tînin û MÎT bi awayekî baş dixebite û operasyonan veşartî dike.

Tirkiyeyê ji bo pevguhertinê Balafirgeha Enqereyê diyar kir.

Di 1ê Tebaxê da ji Amerîkayê 2 balafir, ji Almanya, Polonya, Slovenya, Norwec û Rûsyayê balafirek, tevahî bi 7 balafiran va 26 kes anîn Tirkiyeyê.

Di operasyonê da hin dîl ji balafirê neqlî balafireke din kirin, hinek jî li gorî planê ji balafirê peya kirin û birin odeyekê.

Kontrolên tenduristiyê û tespîtkirina nasnameyan jî ji aliyê xebatkarên MÎTê va hatin kirin.

Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin 15 roj beriya operasyona pevguhertinê bi Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan ra bi telefonê axivî.

Sullivan ji Kalin ra got Serokê Amerîkayê Joe Biden dixwaze operasyona pevguherînê bi zindî bişopîne û rica kir ku pevguhertin bi dema Tirkiyeyê di saet 17.00an da dest pê bike.

MÎTê li ser vê daxwazê di vê saetê da operasyon da destpêkirin û Biden jî bi zindî temaşe kir.

Rehîneyên Amerîkayî cara ewil li Esenbogayê bi Biden ra axivîn. Di pey ra 2 jê zarok 10 rehîne ji bo Rûsyayê, 13 rehîne ji bo Almanyayê û 3 rehîne jî ji bo Amerîkayê hatin veguhestin. Biden piştî operasyonê, civîna çapemeniyê li dar xist û ji bo spasiyê jî li Serokomar Recep Tayyip Erdogan geriya.

Operasyona di bin rêveberiya MÎTê da hat kirin, ji Şerê Dinyayê yê Duyemîn û vir va wekî pevguhertina herî mezin a 80 salan ket nav qeydan.

- Kesên ku di operasyona pevguhertinê da derdikevin pêş

Ji kesên hatin pevguhertin yên derdikevin pêş, kesên wekî Evan Gershkovichê peyamnêrê The Wall Street Journal (WSJ), Piyadeyê Deryayî yê Amerîkayî yê berê Paul Whelan, eskerê peretî yê welatiyê Alman Rico Krieger, mixalifê Rûs Îlya Yaşîn, sûbayê Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) Vadîm Krasîkov in.

Ji heyama bidawîbûna Şerê Sar û vir va Gershkovich bû yekem rojnamegerê Amerîkayî ku li Rûsyayê ji ber sûcê sîxuriyê hat cezakirin. Gershkovich di 2023yan da hatibû binçavkirin û ji ber sûcê sîxuriyê di Tîrmehê da 16 sal cezayê hebsê lê hatibû birîn.

Eskerê peretî yê welatiyê Alman Rico Krieger ê di sala 1993yan da ji dayik bûye, li xwe mukir hat ku par wek turîst çû Belarûsê, li wir bi rênîşandana îstixbarata Ukraynayê, çalakiyên sabotajê pêk anîn û wêneyên tesîsên eskerî kişandin. Krieger di 24ê Hezîranê da bi cezayê îdamê hatibû cezakirin, lê Serokomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko ji bo Krieger biryara efûyê derxistibû.

Vadîm Krasîkovê ku bi kuştina welatiyê Gurcistanê Zelimhan Hangoşhvili a li Almanyayê dihat tawanbarkirin jî cezayê hebsa muebetê xwaribû. Krasîkovê tê îdiakirin ku xebatkarê Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) ye, ji Berfanbara 2021an û vir va di girtîgehê da bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.