Dinya

Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy: "Ez ê îro bi Serok Trump ra biaxivim"

Davit Kachkachishvili, Aynur Şeyma Asan  | 19.03.2025 - Rojanekırın : 20.03.2025
Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy: "Ez ê îro bi Serok Trump ra biaxivim"

Kiev

 Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy ragihand ku ewê îro bi telefonê mijarên der barê bidawîkirina şerê Rûsya û Ukrayna da bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra biaxive.

Zelenskiyê ku li Fînlandiyayê peywendiyên fermî pêk anî, bi Serokomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb ra civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Zelenskiy di axaftina xwe ya li vir da diyar kir ku piştî axaftina Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn ya duh ya bi telefonê, Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser binesaziya vejenê ya Ukraynayê domand.

Zelenskiy bi bîr xist ku di axaftina telefonê ya di navbera Trump û Putîn da mijara rawestandina êrîşên li ser binesaziya vejenê ya ji bo 30 rojan jî hat gotûbêjkirin û got ew ê îro bi Trump ra (bi telefonê) biaxive.

Zelenskiy wiha dewam kir: "Ez ê îro bi Serok Trump ra biaxivim. Em ê îro bi wî ra hûrgiliyan biaxivin. Ez wisa bawer dikim ku gavên paşê û hurgilî wê bên axaftin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.