Dinya

Serokê DYAyê Trump alîkariyên eskerî yên ji bo Ukraynayê dane rawestandin

Hakan Çopur  | 04.03.2025 - Rojanekırın : 04.03.2025
Serokê DYAyê Trump alîkariyên eskerî yên ji bo Ukraynayê dane rawestandin

Washington DC

 Serokê DYAyê Donad Trump, piştî ku roja îne li Nivîsgeha Oval digel Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî nîqaş kir, hat ragihandin ku DYAyê bi awayê berwext alîkariyên eskerî yên ji bo Ukraynayê rawestandine.

Rayedarên Qesra Spî yên ku bêyî navê wan bê eşkerekirin daxuyanî dan medyayê û nûçeyên der barê wê yekê da ku digotin Trump alîkariyên eskerî bo Ukraynayê rawestandine, teyîd kirin.

Rayedarê navborî tekezî li wê yekê kir Trump piştî ku roja îne li Nivîsgeha Oval digel Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî nîqaş kir, bi awayê berwext hemî alîkariyên eskerî yên ji bo Ukraynayê hatine rawestandin.

Rayedarekî ku daxuyanî da CNNê got, "Serok bi awayekî eşkere gotibû ew li ser aştiyê radiweste. Em dixwazin bibînin ku hevparên me jî girêdayî armancê bin. Ji bo tekezîkirina li çareseriyê em alîkariyên xwe radiwestînin."

Rayedarekî din jî anî ziman ku ew biryara rawestandina alîkariyan hê ji bo hemî alîkariyên ku negihiştine Ukraynayê ne derbasdar e.

Hinek rayedar dibêjin piştî nîqaşa digel Serok Trump dihat çaverêkirin Serokê Ukraynayê Zelenskî li pêşber raya giştî lêborînê bixwaze lê ev gav neavetiye, ji ber vê alîkarî hatin rawestandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın