Serokê Meclisa Îranê Qalîbaf: "Trump bi kirasê mizakereyê va dixwaze Îranê bêçek bike"

Tahran
Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku rêveberiya Amerîkayê bi kirasê mizakereyê va dixwaze Îranê bêçek bike.
Qalîbaf li Meclisa Îranê di rûniştina vekirî da axivî û qala bangewaziya Serokê Amerîkayê Donald Trump a mizakereyên bi Îranê ra kir.
Der heqê nameya ku Trump got wî ji rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney ra nivîsiye, lê hê negihîştiye Îranê da wiha got, "Em ji Amerîkayê li benda tu nameyê nînin û em bawer dikin ku bihêzkirina Îranê bi berterefkirina mueyîdeyan va pêkan e."
Qalîbaf li ser plana Trump a mizakereyên bi Îranê ra jî wiha got, "Tevgerên Serokê Amerîkayê yên dijî welatên din nîşan didin ku ev daxuyanî jî ji bo bêçekkirina Îranê, bi tenê xapandinek e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.