Serokê Îranê Xamaney: "Israra hin zordestan a ji bo mizakereyê ne ji bo çareseriya pirsgirêkan ji bo tehakûmê ye"
- Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney: - "Mijar nukleer tenê nîne, ew der barê kapasîteya navneteweyî û parastinê ya welat da daxwazên nû tînin rojevê. Ev daxwaz bi tu awayî dê ji hêla Îranê va neyên qebûlkirin"

Tahran
Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney got ku Amerîka bi daxwaza mizakereyê naxwaza ku pirsgirêkan çareser bike, dixwaze ku daxwazên xwe lêferz bike û tehakûmê bike û got ku Îran bi tu awayî dê van daxwazan qebûl neke.
Xamaney di bernameya fitarê ya ku reyadarên svil û eskerî yên payebilind ên nû û berê yên li Tehranê beşdar bûn da axivî.
Hemaney behsa banga mizakereya bi Îranê ra ya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got ku "Israra mizakereyê ya hin hikûmetên zordest ne ji bo çareserkirina pirsgirêkê ji bo tehakumê ye. Dibêjin ku 'Em bi navê mizakereyê daxwazên xwe li aliyê din ferz bikin, heke qebûl bikin baş e lê heke qebûl nekin em ê bibêjin ku ji maseya mizakereyê dûr ketin."
Xamaney got ku Washîngton bi mizakereyê dixwaze ku daxwazên xwe yên nû ferz bike û nirxandina "Mijar nukleer tenê nîne, ew der barê kapasîteya navneteweyî û parastinê ya welat da daxwazên nû tînin rojevê. Ev daxwaz bi tu awayî dê ji hêla Îranê va neyên qebûlkirin. Ji bo ku li ser gel tehakumê bikin behsa mizakereyê dikin. Ev mizakere nîne, tehakum e.
Xamaneyê daxuyaniyên Almanya, Fransa û Îngiltereya aliyên Ewropayî yên peymana nuklerê yên der barê mijarê da dijî welatê wî dan destnîşan kir û got ku "Dibêjin ku Îranê berpirsyariyên xwe yên di peymanê da bi cî neaniye. Baş e lê ka we teahudên xwe bi cî anîn? We ji serî va bi cî neanîn. Piştî ku Amerîka veqetiya we soz da ku bi awayekî hûn dê telafî bikin lê we soza xwe bi cî neanî."
Xamanet got ku "Sînorê bêşermiyê heye." û wiha axivî: "Hikûmetê salek sebir kir, paşê Meclisê qanûnek derxist. Çareyeke din nemabû. Niha jî hember heman zordariyê rêyeke din tune."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.