Tirkiyeyê ji bo kesên ku li Îranê di teqîna madenê da mirin, peyama sersaxiyê weşand
Ankara
Wezareta Karên Derva ji bo kesên ku li Îranê di teqîna kana komirê da mirin, peyama sersaxiyê weşand.
Li eyaleta Xoresana Başûr a ku dikeve rojhilatê Îranê di kaneke komirê da teqîna xaza metanê çêbû. Wezaretê der barê vê teqînê da daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku di qezaya madenê ya li navçeya Tebesê da gelek karkerên madenê mirin û birîndar bûn, qismekî wan jî di binê kanê da mehsûr mane.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku rehma Xwedê li miriyan be û Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne û wiha hat gotin, "Serê gelê Îranê sax be. Em hêvî dikin ku kesên di binê kanê da mehsûr mane, demildest werin xelaskirin."
Hatibû ragihandin ku li eyaleta Xoresana Başûr a ku dikeve rojhilatê Îranê di kaneke komirê da teqîna xaza metanê çêbû û 34 kes tê da mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.İran’ın Güney Horasan Eyaletinde Meydana Gelen Maden Kazası Hk. https://t.co/zG63UwZ1LN pic.twitter.com/J8Uf11n8VO
— T.C. Dışişleri Bakanlığı (@TC_Disisleri) September 22, 2024