Dinya

Trump: "(Bi Îranê ra) Hêviya min ew e ku em peymaneke aştiyê çêkin"

Hakan Çopur  | 07.03.2025 - Rojanekırın : 08.03.2025
Trump: "(Bi Îranê ra) Hêviya min ew e ku em peymaneke aştiyê çêkin"

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku "Bi Îranê ra rewşek heye, di gelek nêz da dê hin tişt biqewimin. Hûn dê di demek nêz da behsa vê bikin. Hêvidar im ku em bikarin peymaneke aştiyê bikin."

Serokê Amerîkayê Trump li Ofîsa Girover civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên dawîn ên der barê Îranê da nirxandin.

Trump destnîşan kir ku dê destûr nedin ku Îran bibe xwedî çekên nukleer û nirxandina "Dê der barê Îranê da çi be? Li pêşiya me rojên balkêş hene. Em ê bibînin ka dê çi bibe lê em ketin pêvajoya dawîn."

Trump der barê pêvajoya di navbera Amerîka û Îranê da jî wiha axivî:

"Bi Îranê ra rewşek heye, di gelek nêz da dê hin tişt biqewimin. Hûn dê di demek nêz da behsa vê bikin. Hêvidar im ku em bikarin peymaneke aştiyê bikin. Ez dibêjim ku ez peymana aştiyê tercîhê yê din dikim lê ya din jî dê pirsgirêkê çareser bike."

rump di hevpeyvîna xwe ya li Fox Busîness Networkê da eşkre kiribû ji serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney ra nameyek şand.

Trump gotibû ku "Min nivîsand ku hêviya min ew e ku hûn mizakere bikin ji ber ku heke hewce bike ku bi awayekî ekserî bikevin wir dê gelekî bi teşqele be."

- Îran: Heta niha ji Trump tu name nagihaştin me 

Îranê eşkere kir ku bereksê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya wekî ji Ayetullah Elî Xamaneyê serokê welêt ra nameyeke ku bangewaziya mizakereyên nukleerê dike heta niha tu name negihaştin wan.

Li gor çapemeniya Îranê Nûnertiya Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê li ser pirsa der barê daxuyaniya Serokê Amerîkayê Trump a wekî ji Xamaneyê serokê Îranê ra nameyek şandiye bersivand û got ku "Heta niha nameyekw wiha negihaştiye destê me."

Trump di hevpeyvîna xwe ya li Fox Busîness Networkê da eşkre kiribû ji serokê Îranê Ayetullah Elî Xamaney ra nameyek şand. Trump gotibû ku "Min nivîsand ku hêviya min ew e ku hûn mizakere bikin ji ber ku heke hewce bike ku bi awayekî ekserî bikevin wir dê gelekî bi teşqele be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.