Dinya

Trump: "Di hevdîtîna digel Rûsyayê em gihiştin asteke berbiçav"

Aynur Şeyma Asan  | 07.03.2025 - Rojanekırın : 07.03.2025
Trump: "Di hevdîtîna digel Rûsyayê em gihiştin asteke berbiçav"

Ankara

 Serokê DYAyê Donald Trump anî ziman ku di hevdîtînên di 2 rojên dawîn da digel Rûsyayê ew gihiştin asteke berbiçav û got, "Ukrayna dixwaze peymanekê çêbike çimkî ez bawer im tu hilbijarteyeke wan î din tuneye. Ez bawer im Rûsya jî dixwaze peymanekê çêbike."

Serokê DYAyê Trump di merasima îmzeyê ya li Nivîsgeha Oval da ji rojeva Rûsya û Ukrayna heta Rojhilata Navîn hinek polîtîkayên derva nirxandin.

Trump anî ziman ku hevdîtinên xwe yên digel aliyên Rûsya û Ukraynayê didomîne û gihiştine asteke berbiçav û got, "Ukrayna dixwaze peymanekê çêbike çimkî ez bawer im tu hilbijarteyeke wan î din tuneye. Ez bawer im Rûsya jî dixwaze peymaneke çêbike."

Serokê DYAyê Trump her wiha diyar kir ku ewê di nêz da biryarê li ser satatuya qanûnî ya 240 hezar koçberên Ukraynayê yên li welêt bidin.

- Trump li ser NATOyê axivî

Ji aliyê din va Trump îdia kir ku wan weke DYAyê zêde xercî daye NATOyê lêbelê xerciyên welatên din di biniya rêjeya pêwîst da ne.

Trump got, "Min got heke hûn xerciya xwe nedin êdî emê we neparêzin. Min beriya 7 salan ev got û ji ber vê bi sed milyonan dolar dan. Gotin heke em deyndar bûna, we yê em biparastiba? Min got nexêr, min hûn nediparastin."

Trump anî ziman ku xerciyên hinek welatan ew dikin lê di berdêla vê da di bazirganiyê da van welatan "ew xapandine" û got, "Di warê potansiyelê da NATO baş e lêbelê rewşa xerciyan adilane nîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın