Trump eşkere kir ku dê dîsa Zelenskiy dawetî Qesra Spî bike

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku dê Volodimîr Zelenskiyê Serokdewletê Ukraynayê yê ku berê li Ofîsa Girover pê ra ket nîqaşê dîsa dawetî Qesra Spî bike.
Serokê Amerîkayê Trump li baxçeya Qesra Spî ji rojnamevanan ra hevdîtinên dawîn ên di navbera Amerîka û Ukraynayê da nirxand.
Trump got ku "Ukraynayê ev peyman qebûl kir û hêviya min ew e ku Rûsya jî qebûl bike. Em ê îro û sibê bi wan ra bên bal hev û hêvîdar im ku lihevkirin çêbe."
Trump diyar kir hêvî dike ku pêvajoya di navbera herdu welatan da bi agirbesteke tam bi encam bibe û nirxandina "Ango li vir mijar agirbesta tam e. Ukraynayê ev qebûl kir û hêvîdar im ku Rûsya jî qebûl bike."
Trump li ser pirsa "Gelo dê ji nû va Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy dawetî Qesra Spî bikin yan na?" got ku "Belê, teqez."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.