Trump got ku hevdîtinên bi Putîn ra yên der barê Ukraynayê da "gelekî baş" derbas bûn

New York
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku hevdîtinên bi Vladimîr Putînê Serokdewletê Rûsyayê ra "gelekî feyîzdar" derbas bûn û diyar kir ku îhtimala bidawîbûna şerê Ukraynayê gelekî bilind e.
Trump ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Truth Socialê der barê hevdîtina bi Putîn ra hat kirin da parvekirin kir.
Trump da zanîn ku bi Putîn ra duh hevdîtineke "gelekî feyîzdar" kirin û got ku "Bidawîbûna vê şerê bi xwîn û tirsnak gelekî zêde ye."
Trump nivîsand ku niha bi hezaran eskerên Ukraynayê ji hêla artêşa Ûris va bi temamî hatiye pêçan û di rewşekî gelekî xirab û qurfbar da ne û got ku "Min ji Putîn xwest ku jiyana eskerên Ukraynayê bibexşîne. Heke ne dê qetlîameke gelekî mezin ê ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn va nehatiye dîtin biqewime. Xwedê hemûyan biparêze."