Trump ragihand ku ewê îro di îxracatê da baca gumrikê ji sedî 25ê ya ji Kanada û Meksîkayê têkeve rewacê

New York
Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku ewê îro baca gumrikê ji sedî 25ê ya ku dê ji îxracatê ji Kanada û Meksîkayê bê sitandin, têkeve rewacê.
Trump di civîna çapemeniyê ya ku li Qesra Spî li dar xist da bersiv da pirsên derbarê rojevê.
Di bersiva pirsa derbarê nuçeyên ku tê gotin 'Ji bo dûrketina ji tarîfeyên Hondayê ewê êdî modêla nû ya Civicê li şûna Meksîkayê, dê li Indiana ya eyaleta DYAyê bê hilberandin,' Trump destnîşan kir ku Honda ewê ji bo hilberînê bê welêt û gelek welatên weke vê hene ku dê bên ragihandin.
Trump bibîr xist ku ewê tarîfeyên bi hevberî 2yê Nîsanê destpê bikin û got, "Lêbelê ya giringtir ewê sibe (îro) baca ji sedî 25ê ya ku dê ji îxracatê ji Kanada û Meksîkayê bê sitandin, têkeve rewacê."
Trump tekezî kir ku ya ji şirketên otomobîlan û fîrmeyên din ra pêwîst ev e ku febrîqeyên xwe li DYAyê ava bikin, bi vê rêyê dê ji baca gumrikê rizgar bibin.
Trump got, "Ez dixwazim ji yên ku dê febrîqeyên otomobîlan li Kanada û Mkesîkayê ava bikin ra bêjim, hûn vî karî li vêderê bikin wê çêtir çêbe. Çimkî bazara ku herî zêde firotinê lê dikin, ya me ye."
Di bersiva pirsa gelo ewê ji bo tarîfeyan, digel Kanada û Meksîkayê peymanek bê îmzakirin yan na da, Trump diyar kir ku tarîfe amade ne û ewê sibe (îro) têkeve rewacê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.