Dinya

Trump ragihand ku ji bo "hemî otomobîlên ku ne li DYAyê tên berhemanîn" ewê ji sedî 25 tarîfe bê cîbicîkirin

Dilara Zengin Okay  | 27.03.2025 - Rojanekırın : 28.03.2025
Trump ragihand ku ji bo "hemî otomobîlên ku ne li DYAyê tên berhemanîn" ewê ji sedî 25 tarîfe bê cîbicîkirin

Washington DC

 Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku ji bo "hemî otomobîlên ku ne li DYAyê tên berhemanîn" ewê bi rêjeya ji sedî 25 baca gumrukê bê cîbicîkirin.

Trump bi mebesta zêdekirina berhemanîna xwemalî biryarnameya ku dê ji sedî 25 baca gumrukê ji otomobîl û qemyonan bê sitandin îmza kir.

Donald Trumpê ku li Qesra Sipî di merasima îmzayê da axivî ev roj weke "roja destpêka rizgariya Amerîkayê" pênase kir.

Trump got, "Tişta ku emê bikin ew ê ji bo hemî otomobîlên ku ne li DYAyê tên berhemanîn emê ji sedî 25 baca gumrukê bistînin."

Serok Trump anî ziman ku heke berhemanîn li DYAyê çêbibe ewê baca navborî neyê sitandin û şirket ji bo baca gumrukê nedin vegeriyane DYAyê.

- Tarîfeyên otomobîlan 2yê nîsanê dikevin rewacê

Trump tekezî li wê yekê kir ku 2yê nîsanê, ew roja ku dê tarîfeyên bi beramberî bên ragihandin roja rastîn a rizgariya DYAyê dê bibe roja rasteqîne ya rizgariya DYAyê û got, "Emê 3yê nîsanê dest bi tehsîlatê bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın