Dinya

Trump ragihand ku Zelenskî amade ye peymana elementên axê yên nadir îmze bike

Hakan Çopur  | 05.03.2025 - Rojanekırın : 06.03.2025
Trump ragihand ku Zelenskî amade ye peymana elementên axê yên nadir îmze bike

Washington DC

 Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku ji Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî nameyek sitandiye û got, "Ukrayna ji bo rûniştina li ser maseyê ji bo aştiya mayinde û îmzekirina peymana elementên axê yên nadir amade ye."

Serokê DYAyê Trump dema di rûniştina li Kongresê da gotar pêşkêş dikir, di beşa polîtîkaya derva ya axaftina xwe da bal kişand ser Şerê Rûsya-Ukraynayê.

Trump tekezî kir ku divê êdî şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê da bi dawî bibe û ew gelekî dixwaze ew şer biqede, her wiha bi herdu aliyan ra hevdîtinan didomîne.

Trump ragihand ku wî îro ji Serokê Ukraynayê Zelenskî nameyek sitandiye û wiha pê da çû:

"Di nameyê da wiha hatiye gotin: Ukrayna amade ye di demeke kurt da ji bo aştiya mayinde, li ser maseya mizakereyê rûne. Kesek nîne ku ji gelê Ukraynayê zêdetir aştiyê bixwaze. Ez û ekîba xwe em amade ne ji bo aştiyê di bin lîdertiya bihêz ya Serok Trump da bixebitin."

Trump di berdewamiya xwendina nameyê da anî ziman ku Ukrayna ji bo îmzekirina peymana elementên axê yên nadir amade ye û got, "Li ser mijara peymana maden û ewlekariyê jî, wextekî ku ji we ra guncaw be, Ukrayna amade ye vê peymanê îmze bike."

Trump ji bo nameyê spasiya Zelenskî kir û diyar kir ku bi hevwextî digel Rûsyayê jî hevdîtin didomin û di wê fikrê da ye ku Rûsya jî ji bo rûniştina li ser maseya peymana aştiyê amade ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.