Trump: "Zelenskiy dixwaze vegere, lê ez nikarim destûrê bidim"

Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê nîqaşa bi Serokê Dewletê yê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy ra ku li Ofîsa Oval derket, wiha got, "Zelenskiy dixwaze vegere (maseyê), lê ez nikarim destûrê bidim."
Trump gava ji Qersa Sipî derket, li ser nîqaşa li Ofîsa Oval ya bi Zelenskiy ra derket ji rojnamevanan ra axivî.
Donald Trump diyar kir hevdîtina bi Zelenskiy ra baş derbas nebûye û wiha axivî, "Em li aştiyê digerin, em li kesekî ku wê pêk neyne, nagerin. Ez li aştiyê digerim. Ez navxwazim bikevin şerekî ku deh sal e didome û lîstikê bilîzim."
Trump destnîşan kir, şik û gumana wî heye ku Zelenskiy çiqas dixwaze peymana aştiyê çêke û wiha got, "Ez aştiyeke demildest dixwazim. Serokê Dewletê Putîn jî wê bixwaze. Ev zilam jî (Zelenskiy) dixwaze ku em şer bidomînin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir Zelenskiy mîna yekî ku aştiyê dixwaze xuya nake û wiha dewam kir, "Zelenskiy dixwaze vegere (maseyê), lê ez nikarim destûrê bidim. Divê demildest agirbest çêbe. Ev pêkan e. Heger hûn dixwazin şer biqede, divê hûn ji bo demekê peymanekê çêkin. Ev jî jê ra dem lazim e. Ez dixwazim zûtir çêbe. Ji nişkêva xwe yekî mezin dît, lewra Amerîka li cem wî ye. Yan em ê biqedînin yan jî em ê bihêlin ku şerê xwe bidomîne. Heger şer bike wê ev xweş nebe, lewra bêyî me nikare bi ser bikeve."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.