Dinya

UNRWA: Li başûrê Lubnanê zêdetirî ji 200 hezar kesî ji cih û warên xwe bûn

Muhammed Emin Canik  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
UNRWA: Li başûrê Lubnanê zêdetirî ji 200 hezar kesî ji cih û warên xwe bûn

Istanbul

Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Penaberên Filistîniyên Li Rojhilata Nêzîk ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand ku ji ber êrîşên Îsraîlê li başûrê Lubnanê zêdetirî ji 200 hezar kesî ji cih û warên xwe bûne.

Di daxuyaniya UNRWAyê da hat destnîşankirin ku piştî zêdebûna pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê da yên ji 8ê Cotmeha 2023an va û di demekê da ku Filistîniyên li herêmê di lêgerîna penageha ewle da berdewam in, UNRWAyê midaxeleya lezgîn da destpêkirin.

Hat ragihandin ku UNRWAyê li bajarê Saydayê ji bo xizmeta kesên ji cih û warên xwe bûne 3 navendên penageriyê vekirine.

Di daxuyaniyê da bal ji bo amarên Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) hat kişandin ku ji Cotmeha 2023an heta 24ê Îlonê nêzî 200 hezar kes li başûrê Lubnanê ji cih û warên xwe bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın