Dinya

Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Trump got Zelenskiy di nameya ku ji Trump ra şandiye da "lêborîn" xwest

Hakan Çopur  | 11.03.2025 - Rojanekırın : 12.03.2025
Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Trump got Zelenskiy di nameya ku ji Trump ra şandiye da "lêborîn" xwest

Washington DC

 Steve Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump got Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy di nameya ku ji Trump ra şandiye da "lêborîn" xwest.

Wîtkoffê Nûnerê Taybet ê Trump daxuyanî da kanala Fox Newsê ya Amerîkayê û beriya hevdîtinên Amerîka û Ukraynayê ya li Erebistana Siûdî bi hêvî axivî.

Wîtkoff wiha got: "Zelenskiy nameyek ji serok ra şand û ji ber wê bûyera ku li Ofîsa Gilover pêk hat, lêborîn xwest. Li gorî min ev gaveke girîng e. Ekîbên me û yên Ukraynayî der barê vê mijarê da bi Ewropiyan ra gelekî hevdîtin kirin."

Serokê Amerîkayê Trump roja sêşemê di axaftina xwe ya li Kongreyê da gotibû Zelenskiy ji wî ra nameyek şandiye û gotiye ew amade ye ku bi Amerîkayê ra peymana mîneralên axê yên ku kêm in îmze bike.

Trump di axaftina xwe da peyva "lêborînê" bi kar neanîbû û gotibû ew ji ber nameyê kêfxweş e û bawer dike ku ew ê di demeke nêz da bi Ukraynayê ra peymanekê îmze bikin.

- Zelenskiy û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rubîo çûn Erebistana Siûdî

Ji aliyê din va, hat ragihandin ku Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Marco Rubîo ji bo hevdîtinên di navbera Amerîka û Ukraynayê da çûn Ciddeya bajarê Erebistana Siûdî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.