Dinya

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov bertek nîşanî ji hêla Îsraîlê va kuştina Nasrallahê serokê Hîzbullahê da

Şerife Çetin  | 28.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Lavrov bertek nîşanî ji hêla Îsraîlê va kuştina Nasrallahê serokê Hîzbullahê da

New York

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov der barê ji hêla Îsraîlê va kuştina Hesen Nasrallahê Serokê Hîzbullahê da got ku "Ji bo hesabpirsînên siyasî divê serî li rêyên terorîst û xwîn rijandinê nedin."

Lavrov di civîna çapemeniyê ya li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) da pirsa nûçegihanê AAyê ya wekî "Birêz Wezîr wekî ku hûn dizanin duh Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu piştî ku ji avahiya NYyê ya ku ji bo parastina aştî û ewlehiya navneteweyî hatiye avakirin veqetiya demildest êrîşa dijî Beyrûtê da. Wekî we jî behs kir serokê Hîzbullahê Hesen Nasrallah hat kuştin. Bi ya we kuştina Nasralalh dê Îsraîlê rawestîne yan hûn nakevin fikara ku Îsraîl Libnana Başûr dagir bike?" bersivand.

Lavrov destnîşan kir ku ev sûîqesda ewil a ku Îsrîal dike nîne û Îsraîlê Serokê Buroya Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye jî li Îranê kuşt û bi bîr xist ku li Sûriyeyê êrîşî konsolosxaneua Îranê kir.

Lavrov destnîşan kir gelek kes behs dikin ku Îsraîl hewl dide ku Amerîkayê bikişe nav pevçûnê û nirxandina "Ji ber vê jî hewl dide ku Îran û Hîzbullahê tehrîk bike."

Wezîrê Karên derva yê Rûsyayû diyar kir ku ji aliyê din va Îsran welwesteke berpirsyar nîşan dide û ev yek hewce ye û divê bê dîtin.

Lavrov da zanîn ku Serokdewletê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy jî heman taktîkê tetbîq dike û hewl dide ku welatê NATOyê rasterast vekişe nav pevçû ê û got ku" Paşê dê rûnin û temaşe bikin."

Lavrov got ku "Ez vê rast nabînin. Ji bo hesappirsînên siyasî divê serî li rêyên terorîst û xwîn rijandininê nedin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.