Wêranbûna li Beyt Hanûnê ya li bakurê Xeta Xezeyê ya ji ber êrîşên Îsraîlê ji hewa da hat kişandin
Ankara
ANKARA (AA) - Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê da yên ku di 7ê Cotmeha 2023yan dest pê kirin û 471 roj dewam kirin, wêranbûna li Beyt Hanûnê ya li bakurê Xeta Xezeyê balê dikişîne.
Ajansa Anadoluyê (AA) herêma Beyt Hanûnê ya ji ber êrîşên Îsraîlê wêran bû, ji hewa da kişand. Herêma Beyt Hanûnê ji hedefên sereke yên êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê bû.
Artêşa Îsraîlê ji xeynî êrîşên asîmanî, êrîşên bejayî jî biribûn ser Beyt Hanûnê.
Ji xeynî van êrîşan eskerên Îsraîlê xanî û bînayên li herêmê li ser piyan mabûn, bi teqemeniyan teqandibûn yan jî bi makîneyên kar rûxandibûn.
Eskerên Îsraîlê li Xezeyê xaniyên ku teqandibûn û qadên ku bi makîneyên kar xirab kiribûn li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kiribûn.
- Hema hema hemû bînayên li herêmê wêran bûne
Piştî agirbestê, eskerên Îsraîlê ji herêmê vekişiyan û li dû vê, wêraniya li Beyt Hanûnê xuya kir.
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên 15 mehan ên dijî Xeta Xezeyê, Beyt Hanûn jî bi giranî wêran bû. Li herêmê hema hema bînayek jî li ser piyan nemaye. Çend bînayên li ser piyan jî giran xesardîtî ne.
- Wêraniya li bakurê Xezeyê ji sedî 90 e
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê, ji ber êrîşên Îsraîlê, wêranbûna li bakur derdora ji sedî 90î ye.