Dinya

Xezeyî 471 roj şûnda cara ewil hişyarî sibeheke bê bombebaran bûn

Mustafa Deveci  | 20.01.2025 - Rojanekırın : 20.01.2025
Xezeyî 471 roj şûnda cara ewil hişyarî sibeheke bê bombebaran bûn

Ankara

Piştî peymana agirbest û berdêlîkirina hêsîran a navbera Tel Avîv û Hemasê, Xezeyî ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va cara ewil şeveke bê bombebaran derbas kir û sibetirê hişyar bûn.

Mitabaqata agirbest û berdêlîkirina hêsîran a navbera Îsraîl û Hemasê duh li gorî saeta herêmî di 11.15an da ket rewacê.

Piştî ku agirbest ket rewacê, êrîşên ku artêşa Îsraîlê 471 roj in dibirin ser Xeta Xezeyê, sekinîn. Xezeyî zêdetirî 15 mehan şûnda cara ewil bêyî dengê bombebaran û teqînê şeva xwe derbas kir û sibetirê şiyar bûn.

- "Zarokên Xezeyî bêyî tirs an jî bombebaranê razan"

Filistîniyên ku li Xezeyê dijîn, der barê şeva ewil a ku bêyî êrîşên Îsraîlê derbas kirin da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî dan.

Xezeyiyê bi navê Ûsiv Hamada li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got, "Zarokên Xezeyî cara ewil bêyî tirs an jî bombebaranê razan. Hemd ji Xwedê ra."

- Bendewariya li pêşiya morgan bi dawî bû

Ji ber êrîşên Îsraîlê li Xezeyê nêzî 17 hezar û 841 jê zarok, 12 hezar û 298 jê jin bi tevahî 46 hezar û 913 Filistînî hatin kuştin.

Filistîniyên ku di van êrîşan da dihatin kuştin, eqrebayên wan an jî ekîbên parastina sivîlan ew seba qeydkirin û definkirinê dibirin nexweşxaneyên herêmê.

Beriya definkirinê cinazeyên Filistîniyan di morgan da dida sekinandin. Ji 7ê Cotmehê vir va bi hezaran kesan li pêşiya morgan şîna xwe dikirin.

Piştî ku agirbest ket rewacê û êrîş sekinîn, îşev cara ewil kuştî çênebûn û kesek li pêşiya morgan nesekinî.

Ebûbekir Abidê rojnameger li pêşiya morga Nexweşxaneya Eqsayê ya li naverasta Xezeyê dîmena xalîbûna pêşiya morgê kişand û li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın