Dinya

Zelenskî diyar kir, ew "agirbesta acil a 30 rojî" ku Amerîkayê teklîf kir, erênî dibînin

Davit Kachkachishvili  | 12.03.2025 - Rojanekırın : 14.03.2025
Zelenskî diyar kir, ew "agirbesta acil a 30 rojî" ku Amerîkayê teklîf kir, erênî dibînin

Kiev

 Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskî diyar kir, ew pêşniyaza Amerîkayê ya agirbesta 30 rojî erênî dibînin û wiha dewam kir, "Divê Amerîka Rûsyayê jî qanî bike. Yanî em razî ne, heke Ûris razî bin, ev bêdengî (agirbest) wê di wê kêliyê da têkeve dewrê."

Zelenskî vîdeoyek parve kir û tê da hevdîtina ku heyetên Amerîka û Ukraynayê li Erebistana Siûdî kirin, nirxand.

Zelenskî civîn bi erênî nirxand û diyar kir ku di hevdîtinê da gelek hûrgiliyên girîng hatin rojevê.

Zelenskî bi bîr xist ku Amerîkayê ji bo şerê Rûsya-Ukraynayê agirbesteke 30 rojî pêşniyaz kir û wiha dewam kir, "Ukrayna vê pêşniyazê qebûl dike, em vê erênî dibînin. Em amade ne ku gaveke wiha bavêjin û divê Amerîka Rûsyayê jî qanî bike. Yanî em razî ne, heke Ûris razî bin, ev bêdengî (agirbest) wê di wê kêliyê da têkeve dewrê."

Zelenskî diyar kir, heke agirbest pêk were, di nava 30 rojî da ew ê bi Amerîka û mitefîqên din ra hevdîtinan bikin, ji bo Ukraynayê garantiyên ewlehiyê û aştiya mayînde bixebitin.

Zelenskî di peyama xwe da wiha got, "Ukrayna ji bo aştiyê amade ye. Divê Rûsya jî nîşan bide bê ka dixwaze şer bide sekinandin an jî bidomîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın