Îran: Di mizakereyên ku ew bi Amerîkayê ra dikin da ji bo mijarên giştî û di hûrguliyan da hê îxtilaf hene
- Ummana ku di navbera Îran û Amerîkayê da seba mizakereyên nukleerê navçêtiyê dike, daxuyand ku her du welat wê xebatên xwe yên mizakereyê di 3yê Gulanê da bidomînin

Tahran
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebbas Eraqçî diyar kir, di hevdîtinên ku ew bi Amerîkayê ra dikin da ji bo mijarên girîng û hûrguliyan hê di navbera wan û Amerîkayê da îxtilaf hene, lê ew hêvî dikin ku di mizakereyan da zêdetir pêşketin çêbibe.
Piştî mizakereyên ku li Ummanê di navbera Îran ê Amerîkayê da hat kirin, Eraqçî ji têlevîzyona dewletê ya Îranê ra axivî.
Eraqçî diyar kir, ew kêfxweş in ku hevdîtin bi lez û bez pêş dikevin û êdî mijarên girîngtir tên rojevê û wiha dewam kir, "Di mijarên giştî û hûrguliyan da hê îxtilaf hene. Hin îxtilaf zêde girîng in, hinek jî ne ew qas zêde girîng in."
Eraqçî daxuyand, digel vê yekê ew hêvîdar in ku di hevdîtinan da pêşketin çêbe, lê dîsa jî ew bi temkîn in.
- Umman: Mizakereyên Îran û Amerîkayê wê di 3yê Gulanê da dewam bikin
Ummana ku di navbera Îran û Amerîkayê da seba mizakereyên nukleerê navçêtiyê dike, daxuyand ku her du welat wê xebatên xwe yên mizakereyê di 3yê Gulanê da bidomînin.
Piştî ku mizakereyên tûra sêyemîn ên navbera Îran û Amerîkayê kuta bûn, Wezîrê Karên Derva yê Ummanê Bedr bîn Hamed el-Busaîdî li ser hesabê xwe yê Xa medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Hevdîtinên Amerîka-Îranê îro hatin kirin û her du alî ji bo ku li gorî teahudên mayînde peymanê îmze bikin û rêza hev du bigirin, armanceke hevpar kifş kir."
Busaîdî diyar kir ku di mizakereyan da "rêgezên sereke, armanc û fikarên teknîkî" hatin rojevê û wiha dewam kir, "Mizakere wê hefteya pêşiya me dewam bikin û ji bo 3yê Gulanê civîneke payebilind hat plankirin."
Wezîrê Ummanî der barê cihê mizakereyê da agahî parve nekir.
Îro li Maskata paytextê Ummanê bi navbeynkariya Wezîrê Karên Derva yê Ummanê Busaîdî tûra sêyemîn a mizakereyên navbera Îran û Amerîkayê hatin kirin.
Her du aliyan hê der heqê encama mizakereyan da daxuyanî nedaye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.