Dinya

Îsraîlê bi ÎHAyê êrîşî Xezeyê kir, 3 jê rojnamevan 9 kes hatin kuştin

Ekrem Biçeroğlu  | 15.03.2025 - Rojanekırın : 15.03.2025
Îsraîlê bi ÎHAyê êrîşî Xezeyê kir, 3 jê rojnamevan 9 kes hatin kuştin

Istanbul

Artêşa Îsraîlê dijî Beyt Lahiyeya bajarê li bakurê Xeta Xezeyê êrîşa asîmanî kir, ji ber êrîşê 3 jê rojnamevan 9 kes hatin kuştin.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî artêşa Îsraîlê bi wasiteya asîmanî ya bêmirov (ÎHA) êrîşa asîmanî bir ser bajarê Beyt Lahiyeyê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ji ber êrîşê 3 jê rojnamevan 9 kes hatine kuştin.

Hat diyarkirin ku gelek kesên birîndar bûne jî rakirine Nexweşxaneya Endonezyayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın