Îsraîlê di roja duyem a eydê da başûrê Xezeyê kir armanc û 20 Filistînî kuştin

Istanbul
Artêşa Îsraîlê di roja duyem a Eyda Remezanê da êrîş birin ser çend herêmên Xeta Xezeyê û di encamê da 20 Filistînî kuştin.
Artêşa Îsraîlê di Eyda Remezanê da jî êrîşên dijî Xeta Xezeyê didomîne.
Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê WAFAyê, artêşa Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê mala malbata "Miqdad" a li kampa Xan Yûnisê bordûman kir. Ji ber êrîşê 4 Filistînî hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.
Li herêma Abasan El-Kebîrayê ya bajêr, mala malbata "en-Necar" hat bordûmankirin û di encamê da 2 Filistînî hatin kuştin.
Li navenda Xan Yûnisê jî artêşa Îsraîlê bi şev malbata Filistîniyê bi navê Kemal Muammer bordûman kir û di encamê da 6 kes hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê li rojavayê bajêr konê Filistîniyên derbederbûyî bordûman kir û di encamê da 2 Filistînî hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Li naverasta Xezeyê jî artêşa Îsraîlê gundê el-Mesderê kir armanc û di encamê da 3 Filistînî hatin kuştin.
Li herêma Es-Sewarîhayê ya li rojavayê bajaroka Zewayîdeyê artêşa Îsraîlê konê Filistîniyên derbederbûyî bordûman kir û di encamê da kesek hat kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li naverasta Xezeyê li Kampa Penaberan Bûreycê, drona artêşa Îsraîlê dibistanek bordûman kir û di encamê da zarokek birîndar bû.
Li bakurê Cibaliyeyê ya li bakurê Xezeyê, balafirên şer ên Îsraîlê, Filistînî kirin armanc û 2 kes hatin kuştin.
Duh di roja eydê ya yekem da ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî Xezeyê da herî kêm 33 Filistînî hatibûn kuştin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.