Îsraîlê di êrîşên esmanî da 7 masîgirên Filistînî kuştin
Gazze
XEZE (AA) - Artêşa Îsraîlê masîgirên li peravê Xeta Xezeyê masî digirtin hedef girt, di bordûmanê da 7 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatin hildan ÎHAyek Îsraîlê masîgirên li peravê bajarê Xezeyê masî digirtin hedef girt, di êrîşan da hin kes hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê hatin hildan balafirên bêmirov ên artêşa Îsraîlê (ÎHA) masîgirên li peravên Xeta Xezeyê bordûman kirin, di encamê da 7 masîgir hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di êrîşên ku artêşa Îsraîlê ji 7ê Cotmehê vir va dibe ser Xeta Xezeyê da jimara Filistîniyên ku hatin kuştin derket 40 hezar û 435an, jimara birîndaran jî derket 93 hezar û 534an.