Dinya

Îsraîlê ji 7ê Cotmehê û vir va li Xezeyê li dijî 80 hezar cihî êrîşên asîmanî pêk anîn

Hat diyarkirin balafireke şer a Îsraîlê ji ber erizeya teknîkî şûna hedefeke li Xeta Xezeyê bi xeletî li herêma Nir Yitzhakê ya cih û wara Îsraîlê ya li nêzîkî Xezeyê xist

Faruk Hanedar  | 16.04.2025 - Rojanekırın : 17.04.2025
Îsraîlê ji 7ê Cotmehê û vir va li Xezeyê li dijî 80 hezar cihî êrîşên asîmanî pêk anîn

Quds

 Hat ragihandin, artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê ya ku ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va bênavber êrîşan dike, li dijî 80 hezar cihî êrîşên asîmanî pêk anîn.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku balafireke şer a artêşê ji ber erizeya teknîkî şûna hedefeke li Xeta Xezeyê bi xeletî li herêma Nir Yitzhakê ya cih û wara Îsraîlê ya li nêzîkî Xezeyê bordûman kir.

Hat destnîşankirin, "ji ber erizeya teknîkî" bombe li herêma Nir Yitzhakê ya cih û wara Îsraîlê ya li ser sînorê Xeta Xezeyê li qadeke vala ket, ji ber bûyerê kuştî û birîndar tunene û mijar tê lêkolînkirin.

Her wiha hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê ji 7ê Cotmeha 2023yan û vir va li dijî 80 hezar cihî êrîşên asîmanî pêk anîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın