Îsraîlê li dijî Dahiyeya li başûrê Beyrûtê 4 êrîşên asîmanî li dar xist
Beyrut
Îsraîlê li ber destê sibehê li dijî Dahiyeya li başûrê Beyrûtê 4 êrîşên asîmanî li dar xist.
Li gorî nûçeyên li ser medyaya Libnanê Îsraîlê Xubeyriya li Dahiyeyê ku weke keleha Hizbullahê tê zanîn kir armanc.
Piştî êrîşên tund ên ku li pey tehdîda êrîşê ya Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adrae her derî mij û dûman girt.
Berdevkê Îsraîlê li ser hesabê Xê hinek nexşe parve kirin ku 2 deverên li herêma Dahiyeyê nîşan kiribû û weke hedef nîşan dida.
Andree hişyariyeke wiha dabû: "Hûn nêzî tesîsên girêdayî Hizbullahê ne ku ji bo berjewendiya Hizbullahê têne bikaranîn û dê di demeke nêzîk de ji hêla Îsraîlê va were armancgirtin. Ji bo ewlekariya we û malbata we, avahî û xaniyên li wan deverên Xubeyriyê yên li herêma Dahiyeyê ku li ser nexşeyê tên nîşandan vala bikin. Divê herî kêm hûn 500 metroyî jê dûr bikevin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.