Dinya

Îsraîlê piştî agirbesta bi Lubnanê ra ya di 27ê Mijdarê da, cara yekê Beyrût kir hedef

Mahmut Geldi  | 28.03.2025 - Rojanekırın : 31.03.2025
Îsraîlê piştî agirbesta bi Lubnanê ra ya di 27ê Mijdarê da, cara yekê Beyrût kir hedef

Beyrut

 Îsraîlê piştî agirbesta bi Lubnanê ra ya di 27ê Mijdarê da, cara yekê başûrê Beyrût kir hedef.

Artêşa Îsraîl piştî wan tehdîdan, taxa Hadesê ya li başûrê Beyrûta paytaxt bombebaran kir.

Piştî êrîşên dijî paytextê yên bi droneyan hatin lidarxistin, xelkê herêmê êdî cih û warên xwe terk dike.

Li Beyrûta ku di bin tehdîda êrîşên Îsraîlê da ye pêla koçê dest pê kir

Li Beyrûta paytexta Lubnanê ya ku di bin tehdîda êrîşên asîmanî yên artêşa Îsraîlê da ye pêla koçê dest pê kir.

Piştî ku Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ewê taxa Hadesa li başûrê Beyrûtê bikin armanc, xelkê herêmê cih û warên xwe terk dike.

Dibistanên li taxa Hadesê yên di bin xetereya tehdîdên Îsraîlê da hatin texliyekirin.

Ji aliyê din va dronên Îsraîlê jî li herêma Dahiye ya li başûrê Beyrûtê difirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın