Jiyan

Bav û du qîzên ku li Wanê di qezaya trafîkê da mirin, hatin definkirin

Necmettin Karaca  | 20.04.2025 - Rojanekırın : 22.04.2025
Bav û du qîzên ku li Wanê di qezaya trafîkê da mirin, hatin definkirin

Van

Bav û herdu qîzên ku li Muradiyeya navçeya Wanê di qezaya trafîkê da mirin, hatin definkirin.

Otomobîla ku Vahyettin Fidan (65) û keçên wî Gulseren (34) û Sema Fidan (24) tê da bûn, duh li ser rêya Muradiye-Wanê, li Taxa Qerexanê li dîrega tabelayê xist û di encamê da bav û her du keç mirin. Cinazeyên wan ji morxa Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê ya Şehîd Ridvan Çevik hat wergirtin û bo Taxa Paykoyê hat veguhestin.

Piştî nimêja cinazeyê ya ji hêla Abdullah Borayê Miftiyê Erdîşê hat kirin, cinazeyên bav û herdu keçan li goristana taxê li rexê hev bi şîn û girîn hatin definkirin.

Qaymeqam Murat Karaloglu, Serokê AK Partiyê yê Liqa Navçeyê Abidin Çalişkan, Fermandarê Cendirmeyê Navçeyê Yarbayê Cendirme Murat Geniş, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Yuksel Zorlu û gelek welatî beşdarî merasima cinazeyan bûn.

Duh li ser rêbejaya Muradiye-Wanê li Taxa Karahanê otomobîla plaqe 65 AAZ 700 ya Vayhettin Fidan diajot, dema xwest ji wesayîta li pêşiya xwe derbas bibe, li dîrega tabelayê ya li ser refujê qelibîbû. Di qezayê da ajokar û herdu keçên wî Gulseren û Sema wefat kiribûn, jina wî Gulcan û keça wî Dicle jî birîndar bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın