Jiyan

Çedeneya hêrayî ku qehweya wê tê vexwarin bi 400 lîreyî kiryar dibîne

Sidar Can Eren  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 29.09.2024
Çedeneya hêrayî ku qehweya wê tê vexwarin bi 400 lîreyî kiryar dibîne Kahve gibi içilen "çedene" tozu 400 liraya kadar alıcı buluyor

Tunceli

Li Perteka navçeya Tunceliyê gundî çedeneyên (kizwan) ku didin hev, dihêrin û dikin qehwe.

Xelkê gundê Aşagigulbahçeyê ya ser bi navçeyê çedene hêrayî ji xwe ra dikin qehwe û vedxiwun û herwiha bi firotina wê jî dahatê bi dest dixin.

Hilberînerên ku li eraziyên kaş û evraz ên herêmê çedeneyê diçînin, bi hatina payîzê ra wan berhev dikin.

Gundî çadiran li binê daran radixin û çedeneyên şîn bi ser da didaweşînin. Piştî ku kîsan dadigirin dibin li hewşên malên xwe li ber tavê radixînin.

Piştî çend rojan çedeneyên hişk dineqînin û di nava sacan da diqemirînin û di nava hawinên ku ji wan ra dibêjin sikot da hûr dikin û dikin qehwe.

Yek ji hilberînerê çedeneyê Mahmut Irmak ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku li gundê Aşagigulbahçeyê gelek darên çedeneyan hene beriya çendîn salan hatine çandin.

Irmak destnîşan kir ku hinek ji cîranên wan darên çedeneyan tamandina û kirina fisteq jî û wiha got, "Çedene havînan sor in, payîzan jî dema digihin, şîn dibin. Em çedeneyan dihêrin û dikin qehwe, em kîlogrameke wan jî bi 300-400 lîreyî difiroşin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın