Çiyayê Nemrûdê di meha nîsanê da çîlspî bû

Adıyaman
Çiyayê Nemrûdê ya li Kahtaya navçeya Adiyemanê yê di Lîsteya Mîratên Çandî yên Dinyayê UNESCOyê da cî digire, bi berfê nixûmî.
Çiyayê Nemrûdê wek Qada Parka Neteweyî tê parastin û bi peykerên xwe yên bêhempa û bilindahiya xwe ya 2 hezar û 150 mêtroyî va wek "cihê herî xweş ê ku hilatina rojê û qulibîna rojê lê tê temaşekirin" tê zanîn.
Di meha Nîsanê da Çiyayê Nemrûdê çîlspî bû.
Peykerên qirase bi berfê nixûmîn û dîmenên xweş derketin holê.
Kesên ku çûn dîtina vê derê piştî meşeke qasî 4 kîlomêtroyî gihîştin lûtkeyê, bêhna xwe dan û gelek wêne û dîmen kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.