Jiyan

Di nav 10 salên dawîn da qasî 5 milyon turîstan ji esman Kapadokya temaşe kir

Behçet Alkan  | 24.04.2025 - Rojanekırın : 25.04.2025
Di nav 10 salên dawîn da qasî 5 milyon turîstan ji esman Kapadokya temaşe kir

Nevsehir

 Li Kapadokyaya ku ji ber rojên firîn û hejmara rêwiyan li dinyayê wekî navenda balonên hilmegulmê tê qebûlkirin, di 10 salên dawîn da mazûvaniya 4 milyon û 765 hezar û 240 turîstan kir û turîst bi tûrên balonan li herêmê geriyan.

Kapadokyaya ku ji bilî kevirên cinan, bi şûnwarên xwe yên dîrokî yên di nav zinaran da hatine neqişandin va jî bala turîstên herêmî û biyanî dikşîne, her sal mêvandariya bi milyonan ziyaretvanan dike.

Li herêma ku di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cih digire, di van salên dawîn da liv û tevgera turîstan zêde dibe.

Turîst li nava xweşikiyên siruştî û dîrokî yên herêmê digerin û eleqeyê nîşanî tûrên balonan jî didin.

Turîstên ku wêne û dîmenên gera balonan ên li Kapadokyayê li ser medyaya civakî dibînin, çend hefte beriya serdana xwe ya Tirkiyeyê, ji bo gera balonên hilmegulmê rezervasyonê dikin.

- Rojê 156 balon difirin

Dema ku rewşa hewayê baş be li herêmê salê 220 rojan balon difirin, rojane jî 156 balonên hilmegulmê esman dixemilînin.

Li gor daneyên Midûriya Giştî ya Hewageriya Sivîl, di 10 salên dawîn da 4 milyon û 765 hezar û 240 turîst bi tûrên balonan va Kapadokya ji esman temaşe kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın