Erdexan di binê sifirê da bi 23,3 pileyan va bû sartirîn bajarê Tirkiyeyê
Ardahan
Goleya navçeya Erdexanê di binê sifirê da bi 23,3 pileyan va weke sartirîn cihê welêt hat tomarkirin.
Li gorî daneyên li ser malpera înternetê ya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, kêmtirîn germaya hewayê ya rojê li Goleyê hat pîvan û bi dû wê ra bi 20,6 pileyan gundê wê yê Yavuzlarê hat. Li dû van bi 19,5 pileyan jî gundê Pazarsuya ser bi Pinarbaşiya parêzgeha Qeyseriyê hat.
Li navçeya Goleyê ku serma û seqem lê bi bandor e, qiraviyê li dar û beran xist û li serbanan şembelîlk çêbû. Li navçeya ku rê û peyarêyan qeşa girt û wesayitan di çûnê da zehmetî kişand.
Li Erdexana ku bi şevê germahiya hewayê lê weke 17 pileyan hat pîvan jî qiraviyê li dar û beran xist, li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.