Geliyê Gazîlerê yê li Îdirê bi rengên payîzê xemilî
Iğdır
IGDIR (AA) - Geliyê Gazîlerê yê li Îdirê bi rengên payîzê xemilî.
Li geliyê ku ji gundê Gazîlerê ya navçeya Tuzlucayê dest pê dike û bi kîlomêtroyan digihêje Çemê Arasê dar, robar û zinarên asê hene.
Geliyê ku payîzê bi rengên cuda yên zer, qehweyî û kesk dixemile, bi vê bedewiya xwe ya siruştî va balê dikişîne.
Ji bilî nebatên zerbûyî yên li derûdora gund û geliyê, darên fêkiyan jî zer bûne ku dîmenên xweş derdixin holê.
Kesên ku dixwazin wêneyan bikşînin an jî wextê xwe li siruştê derbas bikin tên gelî.
Mixtarê gundê Gazîlerê Ugur Karahan ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ku hezkiriyên siruştê bi taybetî payîzê ji bo ku kêfa vê dîmenê derxin, tên herêmê.
Karahan got gund di vê demsalê da xwedî bedewiyeke cuda ye û wiha axivî: "Hemû çiyager û kesên dimeşin tên vir û kêfa van bedewiyan dikin. Ev der biharê cuda ye, xweş e, her der kesk dibe. Payîzê jî pelên daran zer dibin, diweşin û dîmenên pir xweş derdikevin holê. Ev der ji bo kişandina wêneyan û gerê cihekî xweş e, ji ber vê em benda her kesî ne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.