Jiyan

Gola Aygirê ya ku di binê berfê da maye û qerisî ye, bi droneyê hat kişandin

Günay Nuh, Yusuf Ayas  | 10.03.2025 - Rojanekırın : 10.03.2025
Gola Aygirê ya ku di binê berfê da maye û qerisî ye, bi droneyê hat kişandin

Kars

Li Susuza navçeya Qersê dîmena Gola Aygirê ku li ser tehtên volkanîk e, di binê berf û cemedê da maye û bilindahiya wê ser 2 hezar û 300 raqimî ye, bi droneyê hat kişandin.

Gol zivistanê bi temamî di binê berfê da dimîne û ji ber ku li cihê bilind e, di meha berfanbarê da diqerime û di meha gulanê da paşê dest pê dike û vedihele.

Gol dikeve ser rêya Qers û Goleyê û ser qadeke 2 hezar û 941 mêtreqareyî ye.

Dîmena gola ku bi droneyê hat kişandin, havînê mazûvaniya gelek hezjêkerên siruştê dike.

Ji welatiyan Adem Başyol ji nûçegihanê AAyê ra got ku gol di sir û sermayê da diqerime û wiha dewam kir, "Zivistanê ji meha berfanbarê pê va gol diqerime. Havînê jî ziyaretvan ser xalî nabin, siruşta wê gelek xweş e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın