Hosteyê pîzzayê yê Suryanî li Mêrdînê ji bo 20 kesan bû wesîleya ketina kar

Mardin
Gabriel Ozmenê Suryanî piştî 36 salan ji Almanyayê vegeriya memleketê xwe Mêrdînê, li vir hêwaneke pîzzayê vekir û gelê herêmê bi wesîleya wî ketin kar.
Ozmenê ku salên dirêj li Almanyayê wekî hosteyê pîzzayê xebitî, piştî 6 salan vegeriya welatê xwe Mêrdînê û kargeha xwe vekir.
Ozmen li Taxa Eskîkale ya li ser navçeya Artûklûyê li ser 5 donim erezî hêwana pîzzayê vekir û 20 xebatkar hildan kar.
Xwediyê kargehê wextê vebûnê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew piştî salan vegeriya welatê ku lê jidayik bûye.
Ozmen wiha axivî, "Em ê xizmeta Mêrdîn û welatê xwe bikin. Vê gavê 20 kes li vir dixebitin. Em dikarin carekê da servîsê bidin 500 kesî. Ez ne tenê ji bo veberhênanê, ji bo hezkirina welatê xwe hatim. Dixwazim alîkariyeke me jî bo welatê me çêbe."