Ji ber qezaya li Wanê ku minibês û kamyonet li hev qelibîn, hejmara kesên mirin derket 8an

Van
Ji ber qezaya li Wanê ku minibês û kamyonet li hev qelibîn, hejmara kesên mirin derket 8an.
Nêzî Tunêla Guzeldereyê ya li ser rêya Wan-Hekariyê minibêsa rêwiyan a bi plaqeya 34 GCR 604 û kamyoneta bi plaqeya 06 BYD 614 ku ji aliyê din yê rê va dihat, li hev qelibîn.
Selîm û pîreka wî Gulcan Kaya, Fadil Korkmaz, Mehmet Yacan, Dîndar Engîn, Erkan Koç, Metîn Kandemîr û Yildiz Erika di qezayê da mirin û cinzeyên wan dan malbatên wan.
Li gor agahiyan 3 jê giran 11 kesên birîndar jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Duh li Wanê kamyonet û minibês li hev qelibîbûn û li gor tesbîtên ewil 7 kes miribûn û 12 kes jî birîndar bûbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.