Jiyan

Kesên ku dixwazin guldexwînan bibînin berê xwe didin zozanê li Sêrtê

Fecri Barlık, Naci Adıgeçen  | 26.04.2025 - Rojanekırın : 27.04.2025
Kesên ku dixwazin guldexwînan bibînin berê xwe didin zozanê li Sêrtê

Siirt

Kesên ku dixwazin guldexwînan bibînin berê xwe didin Zozanê Bacavanê ya li Şêrwana navçeya Sêrtê.

Ji ber ku li Zozanê Bacavanê guldexwîn derdikevin, bi hatina biharê ra welatî, geştiyar û wênegir ji bo dîtin û wênekişandina guldexwînan berê xwe didin zozan.

Ji bo dîtina guldexwînan welatî serê sibehê bi rê dikevin û piştî meşeke 3-4 saet dikişîne, diçin Zozanê Bacavanê yê hezar û 800 mêtro bilind e û ji wir jî derdikevin serê girê ku hezar û 984 mêtro bilind e.

Piştî meşeke dûr û dirêj, welatî, geştiyar û wênegir bi dîtin û wênekişandina kêfxweş dibin.

Ji geştiyaran Erdal Arslanê ji Mêrdînê hatiye, diyar kir ku her sal bi kelecanî li benda vekirina guldexwînan in û got ku Zozanê Bacavanê tevî tebîeta xwe dereke pir xweş e.

Ezgî Aydinê jî got ku ji Sêwasê ye, cara ewil hatiye Sêrtê û bi dîtina guldexwînan kêfxweş bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın