Li Agiriyê heywandar ji bo heywanên xwe li hemberî berf û sermayê têdikoşin
Ji bo şêniyên deverê yên pezê xwe li ser dirûngeyê alif dikin û di nav berfê da derbas dikin dibin li ser çêm av didin, meha adarê jî bi dijwarî derbas dibe

Ağrı
Li gundên çiyê yên Agiriyê yên ku zivistana wê dijwar derbas dibe, heywandar di meha adarê da jî seba heywanên xwe li dijî berf û seqemê têdikoşin.
Li bajarê ku nîvê salê di bin berfê da ye, çandinî û heywandarî deriyê debarê yê herî giring ê gelê herêmê ye.
Şêniyên deverên çiyayî yên stûriya berf digihêje qedera metreyekî, ji cotmehê bigire heya dawiya nîsanê û serê gulanê li diîj şertên giran ên zivistanê li ber xwe didin.
Ji bo şêniyên deverê yên pezê xwe li ser dirûngeyê alif dikin û di nav berfê da derbas dikin dibin li ser çêm av didin, meha adarê jî bi dijwarî derbas dibe.
Kasim Yeşbekê şêniyê gundê Aşagikentê yê ji cihên herî dûrî navenda parêzgehê ye, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji ber ku gundê wan gundekî çiyayî ye, zivistana wan pir dijwar derbas dibe.
Yeşbek bal kişand ku heywandarî pîşeyekî pir bi zehmet e û wiha dewam kir, "Zivistanê xwedîkirina heywanan dijwartir e. Heger berf û bager be jî em heywanên xwe li ser çêm av didin. Em di meha adarê da ne û em ê hê qedera du heman jî heywanên xwe di hundir da alif bikin."
Mehmet Necip Kayayê şêniyê gundê Kumlucayê yê navçeya Taşliçayê jî diyar kir ku bi salan e heywandariyê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.