Li Bedlîs û Mûşê heywandar di şert û mercên dijwar da heywanên xwe xwedî dikin

Bitlis
Li Elcewaza navçeya Bedlîsê û li Gimgima (Varto) navçeya Mûşê li gundên li deverên bilind heywandar di şert û mercên dijwar da heywanên xwe xwedî dikin.
Li Elcewazê li gundên Kişkili û Çanakyaylayê ku li bintara Çiyayê Sîpanê dikevin, heywandar di şert û mercên dijwar da heywanên xwe xwedî dikin.
Li gundên ku berf lê zêde heye heywandar pûta heywanên xwe didin.
Heywandar havînê derdikevin zozanan û zivistanê jî heywanên xwe di tewle û goman da xwedî dikin.
Li Gimgimê li gundên Golyayla û Îçmelerê jî heywandar di şert û mercên dijwar da heywanên xwe xwedî dikin.
Mixtarê gundê Kişkiliyê Nesîm Baytar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bintara Çiyayê SÎpanê şert û mercên zivistanê û xwedîkirina heywanan dijwar e.
Ji welatiyan Fatîh Yoldaşçi diyar kir li deverên bilind zivistan dijwar derbas dibe û got ku heya Gulanê berf heye û em di şert û mercên dijwar da heywanên xwe xwedî dikin.
Ji gundê Çanakyaylayê Hamît Akkuş destnîşan kir ku zivistanê 6-7 meh heywanên xwe di hundir da xwedî dikin.
Li gundê Golyaylayê heywandar Dogan Guldere destnîşan kir heya nava meha Gulanê berf li erdê dimîne û got ku gundî debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin.
Ji welatiyan Muhîttîn Gedik diyar kir zivistanê di şert û mercên dijwar da heywandariyê dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.