Jiyan

Li Deşta Mûşê zêdetir ji 250 gundî mazûvaniya leglegan dikin

İbrahim Yaldız, Şener Toktaş  | 19.04.2025 - Rojanekırın : 19.04.2025
Li Deşta Mûşê zêdetir ji 250 gundî mazûvaniya leglegan dikin

Muş

 Deşta Mûşê ku cihekî herî giring ê avî ye li welêt, hersal mazûvaniya leglegên ku weke mizgînderên biharê tên wesifkirin, dike.

Leglegên ku zivistanan ber bi deverên germ va diçin, bi germbûna hewayê ra vedigerin hêlînên xwe yên li 250 gundên Deşta Mûşê.

Leglegên ku berê xwe didin deştê ku bi sedan cisnên çivîkan lê dihêwirin, bi sedê salan e, di hêlînên xwe yên li ser paceyan, dîregên telefon û elektrîkê, gunbedên şûşeyî û banên xaniyan da dijîn.

Gelê herêmê ku hemî salan çavên wan li rêya leglegan in, li seranserê havînan jî parêzdariya wan dikin.

Gundê Budakliyê û Qamîşgeha Îronê ya li ser Guroymaka navçeya Bidlîsê bi salan e guzergaheke giring a leglegan e. Leglegên ku îsal dîsa hatin herêmê li ser hêlînên xwe rûniştin.

Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Komeleya Siruştî ya Tellî Turnayê Kasim Avci ji nûçegihanê AAyê ra wiha got:

"Ji ber ku parêzgeha me di warê erdên avî da dewlemend e, li 250 gundên me hêlînên leglegan hene. Em texmîn dikin li Deşta Mûşê 2 hezar û 500 heta 4 hezar legleg hene. Gundî gelekî ji leglegan hez dikin û qîmetê didin wan."

Hasan Konakê 71 salî got, "Legleg di serdema bavê min û bapîrê min da jî dihatin vê derê. Ji dema ku gund ava bûye va tên. Gundê me tijî hêlînên leglegan e."

Sadik Guvenê ku li gundê Alazliyê dijî jî anî ziman ku ev 100 sal e legleg tên gundê wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın