Jiyan

Li Diyarbekirê di kelekela germa havînê da pêşniyazên vexwarinên edetî yên mirov hênik dikin

Bestami Bodruk  | 09.07.2024 - Rojanekırın : 16.07.2024
Li Diyarbekirê di kelekela germa havînê da pêşniyazên vexwarinên edetî yên mirov hênik dikin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê perwerdeger û kursiyerên navenda perwerdeya gel, vexwarinên ku di kelekela germa havînê da merivan hênik dikin, li gorî terîfên wan ên resen amade kirin.

Li Diyarbekirê fêkî û zerzewadên li Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîrata Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye hêşîn dibin, ji bo kesên ku dixwazin di germa havînê da xwe hênik bibin, dibin şêranî û şerbetên tamxweş.

Pisporên metbexê yên ji Midûriyeta Navenda Perwerdeya Gel a Yenişehirê ya ku tamên bajêr ên li ber jibîrbûnê tên pahtin û kelandin û her wiha di metbexa sepanî da jî perwerdeyê dide, şûna vexwarinên gazdar tamên tendurist yên ku mirovan hênik dikin, amade kirin.

Perwerdeger û kursiyeran berek li xwe kirin, derbasî metbexê bûn û her wiha bi fêkî û nebatên şifadar yên wekî wîşne, zebeş, qawûn, tirî, leymûn, reyhan, ava sûsê, qurnefîl, tûreş û belalûkan vexwarinên li gorî terîfên resen amade kirin û pêşkêş kirin.

- Vexwarinên taybet ên cîhanê jî tên amadekirin

Li navendê ji xeynî şerbetên herêmî yên wekî reyhan, ava sûsê, qurnefîl û tûreş vexwarinên taybet ên cîhanê jî tên amadekirin.

Hîndekara xizmetên xwarin û vexwarinê ya navendê Derya Akdag Aykaçê ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir ew ji bilî ku balê bikşînin ser tahmên taybet ên Diyarbekirê, perwerdeya xwarin û vexwarinên bijarte yên dinyayê jî didin.

Aykaçê daxuyand ku ew vexwarinên wek ava sûsê, rihan, şilor, lîmonete û şerbeta tûreşan çêdikin û wiha got: "Em hemû fêkiyên xwe diperçiqînin, ava wan derdixin û bi qeşayê va vexwarinên hênik çêdikin."

Diyetîsyena Beşa Dîyet, Xwarin û Vexwarinê ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Pinar Suleymanogluyê jî diyar kir ku ji ber zêdebûna germê rêjeya vexwarinê jî zêde dibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın