Li Erziromê du wesayît li hev qelibîn, 6 kes birîndar bûn

Erzurum
Li Azîziyeya navçeya Erziromê du wesayît li hev qelibîn, jê 2 giran 6 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê E.H.K û plaqeya wê 25 AEH 395 li ser Kolana Rêbeja E-80ê bi wesayîta ku şofêrê wê Yaren Y. û plaqeya wê 25 AY 787 ya ku ji îstgeha sotemeniyê derdiket, qelibî.
Di qezayê da her du şofêr, Gonul Y, Melek Ç, Başak O. û Esîn K. ên di wesayîtan da bûn birîndar bûn.
Li ser îxbarê, polês, ekîbên tenduristiyê û agirkujê çûn cihê bûyerê.
Ekîban birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat ragihandin ku rewşa Melek Ç. û Başak O. giran e.
Şofêrê birîndar E.H.K. yê ku hat ragihandin ku araq vexwariye û serxweş e ji hêla polêsan va hat aramkirin û ew rakirin nexweşxaneyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.