Li Hekariyê pezkoviya ku cendirmeyê ew bi birîndarî dît, tê dermankirin
Hakkari
Li Hekariyê karika pezkoviyê ya ku cendirmeyê di dema dewriyeyê da ew bi birîndarî dît, tê dermankirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ya li ser hesabê medyaya civakî, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Wîlayetê, li texma gundê Geçimliyê di dema dewriyeyê da karika pezkoviyê bi birîndarî dîtin.
Ekîban pezkovî gihandin Tîma Parastina Jîngeh, Siruşt û Ajelan û wan jî radestî Rêveberiya Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP) kir.
Pezkoviya ku tê dermankirin piştî ku rehet bû ewê berdin siruştê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.