Li Hekariyê qemyonet qulibî şerempolê, 7 parêzvanên gundan birîndar bûn
Hakkari
Li Hekariyê qemyoneta ku parêzvanên gundan vediguhast, qulibî şerempolê û 7 kes birîndar bûn.
Qemyoneta bi plaqeya 06 EE 5968 ku parêzvanên gundan vediguhast, li ser rêya gundê Agaçdibiyê qulibî şerempolê.
Li ser xeberdayinê ekîbên Tendirustiya Acil a 112ê, UMKE, îtfaiye û cendirme hatin cihê bûyerê.
Ekîbên tendirustiyê 7 parêzvanên ku di qezayê da birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.