Li Mûşê barana biharê rekolteya genim zêde kir
![Li Mûşê barana biharê rekolteya genim zêde kir](https://cdnuploads.aa.com.tr/uploads/Contents/2024/07/18/thumbs_b_c_8dfb6a0c97c31f39efbeb0ff784ea042.jpg?v=143708)
Muş
Li Deşta Mûşê ku lê çinîna genim dewam dike rekolteya zêde ya genim rûyê cotkaran geş kir.
Li Mûşa ku yek ji bajarên herî zêde lê dexl û dan tê çandin e, îsal rûyê cotkaran geş e û li herêmê ji nîvî zêdetir genim hat çinîn.
Li Deşta Mûşê bi saya barana biharê îsal rekolteya genim zêde ye. Li herêmê cotkarên ku dexl û danê xwe berhevkirin berê radestî Ofîsa Mahsulên Axê dikin.
Ji cotkarên gundê Tabanliyê Oguz Daniş got ku li gor salên dawîn îsal rekolte zede bû û wiha axivî:
"Sala par ji 130î donimî 32 ton genim hat hilberandin. Îsal ji 64 donimî me heman dexl û dan berhev kir. Em genimê xwe di ser bihayên piyeseyê da difrojin TMOyê. Armanc dikim ku 90 ton genimî bifroşim."
Li gor daxuyaniya Ofîsa Mûşê ya TMOyê di çarçoveya sîstema randevûyê da rojane 5 hezar ton genim distînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.