Li Mûşê wê kulîlkên sosinên avê bên parastin
![Li Mûşê wê kulîlkên sosinên avê bên parastin](https://cdnuploads.aa.com.tr/uploads/Contents/2024/07/19/thumbs_b_c_1edb62a462cda291176d4aa674c99353.jpg?v=145914)
Muş
Li Gimgima (Varto) navçeya Mûşê ji bo parastina sosinên avê yên li Gola Dêrika Anêrê (Kumlukiyi) xebat dan destpêkirin.
Tîma Parastina Tebîet, Heywan û Hawirdorê ya Fermandariya Cendirmeyên Mûşê li Gola Dêrika Anêrê kulîlkên sosinên avê tesbît kirin.
Ji bo herêmên weke "qada hesas ya parastî" bê îlankirin xebat dan destpêkirin.
Waliyê Mûşê Avnî Çakir der barê mijarê da daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku floraya herêmê dewlemend e.
Avnî Çakir diyar kir li herêmê gelek nebatên curbecur hene û got ku ji bo parastina sosinên avê yên li Gola Dêrika Anêr xebat dane destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.