Li Meletiyê jin ji bo ku "kutilka herî xweş" çêkin ketin pêşbaziyê
Malatya
Ji bo kutilka ku yek ji xwarinên Meletiyê yên bi îşareta coxrafî hatiye tescîlkirin pêşbazî hat kirin.
Şaredariya Yeşîlyurtê li Qonaxa Taxê ya Çîlesîzê pêşbaziya kutilka herî xweş çêkir û 93 jin jib o ku kutilka herş xweş çêkin têkoşîn dan.
Di pêşbaziya ku Nezîr Kizilkaya, Dîlek Hasar, Saadet Ormanci, Şengul Çîlesîz û Unalcan Kutal juriya wê bûn da kelecaneke mezin hebû.
Di encama nirxandina juriyê da Gul Bakal bû yekemîn, Arîfe Ulaş bû duyemîn, Aynur Urkmez bû sêyemîn. Guler Ograşê jî xelata taybet a juriyê hilda.
Di pêşbaziyê da zêrê mezin dan yekemînê, duyemîn bi nîv zêrê, sêyemîn jî bi zêrê çaryek va hat xelatkirin. Jinika xelata juriyê ya taybet hilda jî bu zêrê gram hat xelatkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.