Jiyan

Li Meletiyê otomobîl li menfeza keviya rê qelibî, 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû

Orhan Yoldaş, Ayhan İşcen  | 31.08.2024 - Rojanekırın : 31.08.2024
Li Meletiyê otomobîl li menfeza keviya rê qelibî, 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû

Malatya

 Li Darendeya navçeya Meletiyê otomobîlek li menfeza keviya rê qelibî û di encama qezayê da ji malbatekê 3 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Otombîla bi plaqeya 59 AFU 977 ku hê navê ajovanê wê nayê zanîn li ser rêbeja D-300ê li texma Aşagiulupinarê li menfeza beton a keviya rê qelibî.

Li ser îxbara kesên derdorê ekîbên cendirme, polîs, îtfaye û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.

Di qezayê da Cevdet, Raif û Şahin Akkan canê xwe ji dest dan. Ismet Akkanê ku bi giranî birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Darendeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın