Jiyan

Li Mûşê, jiyana zor û zehmet a jinên ku derketin zozanan

Sabri Yıldırım  | 16.07.2024 - Rojanekırın : 16.07.2024
Li Mûşê, jiyana zor û zehmet a jinên ku derketin zozanan

Muş

 Li Mûşê bi germbûna hewayê ra gelê herêmê pezê xwe bir zozanan û mesaiya zor û zehmet a jinên herêmê dest pê kir.

Jinên li herêma Kirkoyê derketin zonanan ji aliyekê va nanê xwe li tenûran dixin û karên malê dikin ji aliyê din va jî pez didoşin û ji şîrê pez penêr, rûnênivîşk û mast çêdikin.

Jinên li zozanê digel şert û mercên dijwar heywanê xwe xwedî dikin, karên xwe yê rojane birêve dibin.

Îrem Onera 40 salî ku dayika 4 zarokan e ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew her sal havînê derdikevin zozanan.

Onerê got ku li zozanê ew serê sibê radibin û heta roj diçe ava karê wan dewam dike û wiha dewam kir: "Ji bo heywanên me giha bixwen em derdikevin zozanan. Li vê derê tesîsata av û ceyranê tuneye. Em li ser agirê êzingan şîva xwe çêdikin. Em diçin avê tînin, heywan diçêrînin, cil û bergan dişon. Her wiha ji aliyekê va jî zarokan xwedî dikin. Em rojê du caran pez didoşin. Jiyana li zozanan zehmet e lê em mecbûr in."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın