Jiyan

Li Mûşê karker kapan diavêjin navtenga xwe û bi wî awayî berfa baniyan paqij dikin

Sabri Yıldırım  | 06.03.2025 - Rojanekırın : 07.03.2025
Li Mûşê karker kapan diavêjin navtenga xwe û bi wî awayî berfa baniyan paqij dikin

Muş

Li Mûşê karkerên ku kapan diavêjin navtenga xwe û berfa li ser baniyên avahiyan paqij dikin, bi heqê vê xebata xwe jî debara malbata xwe dikin.

Li bajarê ku stûriya berfê li hin cihan gihîşt nîv metreyî, hin welatî ji ber rîska tepbûnê, berfa li ser baniyên mal û kargehên xwe didin paqijkirin.

Ekîba 4 kesî ya derdikeve ser baniyên avahiyên bilind, ji bo ku ji jor da nekevin, navtenga xwe bi kap girê didin û her wiha seriyê din ê kap jî yan bi dîregên hesin ên li banî yan jî dûkêşkê va girê didin û bi wî awayî tedbîra xwe distînin.

Karker di pey ra berfa li ser banî paqij dikin û bi pereyê beramberî vê jî debara malbata xwe dikin.

Karker Yunus Aydin diyar kir ku ew zivistanan berfa li ser baniyan paqij dikin û bi wî awayî dahatekê bi dest dixin.

Karker Deniz Aydin jî destnîşan kir ku ew bi ekîbeke 4 kesî derdikevin ser baniyan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın